• DOLAR 32.602
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2501.223
  • ...
Barzanî ji ber  salvegera derbasbûna Mela Mistefa Barzanî ya ji rûbara Aras peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.”

Temamê deqa peyama Barzanî wisa ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro hefteh û çar sal li ser destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbara Aras da derbas dibe. Li 18ê hezîrana 1947an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar da Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbara Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destane rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cîh hişt.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ewe bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê ew destana dîrokî da îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd da her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztire. Destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir