• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Diyarbekirê di projeya tramwayê de zemîn tê saxtîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, plan dike ku tramwayê di sala 2023’ê de bixe ber xizmetê û Xeta Tramwayê navbera Deriyê Çiyê û Nexweşxaneya Lêkolînê li xwe digire. Ji bo vê projeyê xebata etûtên jeolojik-jeoteknîk dê bê pêkanîn û rapora wê bê amadekirin.

Xeta tramwayê dê 14.1 kîlometir dirêjiya wê hebe û xudan 23 rawestgeh be, ji bo rêgeha xetê bê kifşkirin ji 6’ê hezîranê ve ye xebatên sondajê hatine destpêkirin.

Bi cîbicîbûna vê projeyê re dê rûberê bajêr biguhere û rojane dê 74 hezar û 342 rêwî lê siwar bibin û ji bo zemîna wê dê 23 sondaj bêne vedan.

Di encama xebata ser zemînê de, Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî encamên etûtê dê deverên ku zemîn nerm an jî xirabe ye dê xebatên qewîmkirina zemînê bimeşîne.

Tê çaverêkirin ku Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, di encama 7 rojan de xebata saxtîkirina zemînê bi dawî bike.(ÎLKHA)

video











Bu haberler de ilginizi çekebilir