• DOLAR 32.576
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2429.519
  • ...
Yapicioglu: Ew kesên ku hewl didin da ku civak xera bibe li hember Xweda şer dane destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Meclîsa Malbatê ya Tirkîyeyê Adem Çevîk û heyeta pê re pêkve çû ziyareta Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu. Di ziyareta ku hat kirin de êrîşên ku li hember sazîya malbatê tên kirin û hatin nirxandin û bal hatin kişandin li ser wan peymanên ku ji bo vê yekê tên kirin.

“Betalkirina Peymana Stenbolê ne bes bû”

Yapicioglu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, ew ê her tim destekê bidin wan gavên ku tên avêtin û feydeya wan ji ummetê û welat hene û dû re wiha got: “ Ji bo Peymana Stenbolê bê betalkirin gelek zêde hewl da û me feydeya vê yekê dît. Betalkirina Peymana Stenbolê ne bes bû. Lewra ew qanûnên ku berdewama wê peymanê ne hêj di merîyetê de ne. Divê bernameya Wekhevîya Zayendîya Civakî demildest bê betalkirin.”

“Hinek kes bi şikleke eşkere li hember Xweda û fitratê şer dane destpêkirin”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li mekteban dema ku ji xwendekarên ku perwerde dibînin re “qîz û kurê min” tê gotin ev yek bi xwe jî wek cînsîyetparêzî tê binavkirin û dû re wiha got: “Ew kes naxwazin em ji zarokên xwe re bibêjin qîza min an jî lawê min. Dîsa heman kes dixwazin ku zarokên me cînsîyeta xwe bihilbijêrin. Hal ew e ku Xweda însan, heywan, nebat û gelek tiştên ku em bi wan nizanin cot cot xuliqandiye. Hinek kes bi şikleke eşkere li hember Xweda û fitratê şer dane destpêkirin. Ew kesên ku civakê îfsad dikin îddîa dikin ku ew bi vê yekê civakê islah dike.Ew derewkar in.Şeytan bi xwe jî dema ku bavê me Adem û dîya me Hawa xapand ji wan re gotinên xweş gotibûn û sond xwaribû ku ew bi vê yekê nesîhetan li wan dike.Hîle û desîseyên şeytên û însanên ku bûne şeytan ew ê her berdewam bikin. Ew kesên îfsadker jehrê dikin nava hingivê. Rebbê me di warê li dijî xapandina şeytan  hişyarî li me dike. Şeytan û ew kesên ku bûne şeytan him exlaqê xera dikin û him jî hewl didin zayendê jî ji holê rakin. Papa bi xwe jî ji vê herba ku ji nesla însên re hatiye vekirin re bertek nîşan da û dû re bi paşve gav avêt.Ew kesên vê gavê bi wî dan avêtin ne kesên ji rêzê ne.”

Yapicoglu di dawîya daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê micadeleya wan her berdewam bike û dû re wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de qet bêhêvî nebin û micadeleya xwe wek roja ewil bidomînin.(ÎLKHA)

 

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir