• DOLAR 32.558
  • EURO 34.896
  • ALTIN 2429.59
  • ...
Li Efxanistanê Talîban kontrola navçeyeke din jî bi dest xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Yaqubê Wekîlê Şûraya Bajêra Tahar derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Yaqub di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ev çend roj bûn ku Talîban êrîşan dibir li ser navçeyê ku ji ber vê yekê hêzên ewlehîyê ji navçeyê derketin û kontrol ket bin kontrola Talîban.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di êrîşan de Sayed Muqtedîrê Qeymeqamê Îşkemîşê jî di nav de 11 hêzên ewlehîyê birîndar bûn.

Talîban jî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, kontrola navçeyê bi temametî ketiye destên wan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir