• DOLAR 32.567
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2436.218
  • ...
Mesûd Barzanî ji bo kongrê ji HUDA PARê re peyamek şand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama Barzanî ya ku hat şandin di salona kongreyê de hat xwendin.

Di peyama ku hat xwendin de Barzanî endam û piştgirîvanên HUDA PARê pîroz kir û ji bo HUDA PARê serkeftin daxwaz kir.

Temamê metna peyama  Barzanî ya ku hat xwendin wisa ye:

“Pêşveçûna micadeleya siyasî û sîwîl a Kurd a li Tirkîyê ya di bergeha demokrasî, gotûbêj û pêkvejînê de rêyeke rast e û di vê yekê de şiphe tune ye. Ev yek ew ê him sûdê bide temamê teredan û him jî ew ê bibe wesîle ku doza Kurd li Tirkîyê pêşve biçe.

Bi vê wesîleyê ez dixwazin balan bikşînim li ser dostanîya di navbera Partîya Demokrat a Kurdistan û HUDA PARê(Partîya Doza Azad) û ez hêvî dikim ku kongreya we bi serkeftî be. Dîsa ez hêvî dikim ku di kongreyê de di warê xizmeta doza Kurd û demokrasîyê de qerar bên standin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir