• DOLAR 32.597
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2497.122
  • ...
Îshak Saglam:Divê mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdî bibe zimanê fermî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di kongreya ku berdewam dike de axavtinek kir û balan kişand li ser mesele û mafên Kurdan.

“Ji bo çareserîya meseleyê divê ji Kurdan re mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî”

Saglam di axavtina xwe ya ku kir de derheqê meseleya Kurd û mafên Kurdan ên ku nayên dayîn de wisa got: “Ji bo mesele û problem ji kokê bê çareserkirin divê ew pênasa welatîbûnê ya ku li gor qewmekî hatiye kirin û  di makezagonê de cî digire divê bê guhartin. Ew zihniyeta ku nasname û mafên Kurdan nabîne û nas nake bi şikleke kamil ji holê ranebûye. Ji bo çareserîya meseleyê divê ji Kurdan re mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî.”

“Quds sembola azadîya alema Îslamê ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser meseleya Filistînê û wiha got: “Ji bo dawî li îşxalê bê anîn ez ji vê derê bang li hikûmetê dikim. Komareya Tirkîyeyê ya ku ji Osmanîyan maye dewleta ewil e ku rejîma îşxalê nas kiriye ku ev yek  ji bo welêt sedema şermê ye. Dawî li vê şerm û eybê bînin û êdî şebekeya terorê wek dewletekî nas nekin. Temsîlkarên rejîma siyonist ji bajara Hecî Bayramê Welî biqewirînin. Ji bo birayên me yên Filistînî li dijî çeteya terorê bi hêz û quwet bibin ji wan re alîkarîya çek û teknolojîyê bikin.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de derheqê meseleyên curbecur de wisa nirxandinan kir:

-Di lêpirsînên ewlehîyê de prensîba şexsîbûna sûc û cezayê tê binpêkirin.

-Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

- Quds sembola azadîya alema Îslamê ye.

-Benda hilbijartinê divê bi temametî bê rakirin û ji bo reqabeta adil ji temamê partîyên siyasî re ji xezîneyê alîkarî bê kirin.

-Divê temamê baregahên aîdî Amerîka û NATO yên li welêt nexasim jî yên li Încîrlîk û Kurecîkê bên girtin.

-Ji bo li Sûrîyê çareserîyeke mayînde bê tesîskirin divê welatên emperyal herêmê terk bikin.

-Divê di polîtîkaya derve de yekîtîya Îslamê esas bê girtin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir