• DOLAR 32.558
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2427.196
  • ...
Wezareta Çandinîyê  ya Herêma Kurdistanê:Birîna daran a ji aliyê Tirkiyê ve karekî dijminane ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dîmenên ku doh di tora medyaya civakî de hatin belav kirin de hat dîtin ku Tirkîye li herêma Badînanê darên mazî û berûyan ên ku devî û reban in jê dikin û bi tirempêlan dibin.

Ji doh ve ji vê birîna daran de li ser tora medyaya civakî bertekên tund tên nîşandan ku herî dawî Wezaretên Çandiniyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê   daxuyanîyek hevpar dan û bang li hikûmeta Tirkîyeyê kirin da ku dawî li vê yekê bînin.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat belavkirin de tiştê ku ji teref Tirkîyeyê ve tê kirin wek karekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngeha mirovan hat wesfandin.

Doh êvarî jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adil Cotyar jî daxuyanîyek belav kiribû û li dijî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dabû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir