• DOLAR 32.334
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2296.392
  • ...
HUDA PAR Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn dê  sibe tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kongre dê sibe di seat 10.00an de li Qesra Sergî û Sporê ya Ataturkê dest pê bike.

Berdevkê Partîyê Şehzade Demîr derbarê kongreya ku dê bê tertîpkirin de daxuyanîyek belav kir.

“Pêdivîya Tirkîyeyê gelek zêde ji HUDA PARê re heye”

Demîr di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, amadehîyên wan ji bo kongreyê bi dawî bûne û ew ji bo kongreyê temamê tedbîrên pêwîst standine. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber şoba coronavîrusê me gelê xwe venexwand kongreyê. Ew ê bes delegeyên me yên ku divê deng bikar bînin dê beşdarî kongreyê bibin.Em hêvî dikin ku kongreya me di vî warî de bibe mînak.Em ehemîyetê didin kongreya xwe. Lewra ji bo Tirkîyeyê ev kongre gelek zêde bi qedr û qiymet e. Sedema vê yekê jî ev e: Her ku diçe sazîya siyasetê ji derd û kulên gel û ji rojeva rasteqîn dûr dikeve.Her wisa di warê aborîyê de gelek zêde problem û zehmetî hene.Ji ber vê yekê her ku diçe îtîbara sazîya siyasetê zirarê dibîne.Partîya me ji roja ewil ve însan dideyne rêza yekemîn û edaletê jî dixe navendê ku ji ber vê yekê biya me Pêdivîya Tirkîyeyê gelek zêde ji HUDA PARê re heye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir