• DOLAR 32.421
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2327.379
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê rojeva derve nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ji ber êrîşên ku ji teref siyonistan ve hatin kirin de li Xazzê 350 milyon dolar zirar pêk hat”

Saglam di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, piştî êrîşên ku ji teref rejîma îşxalê ve li hember Xazzê 11 rojan  hatin  re bîlançoya bomberanê derket holê û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Di dîmenên ku hatin weşandin de hat dîtin ku rejîma îşxalê temamê rêyên ku derdiketin nexweşxaneyan bomberan kirin, zevîyan şewitandin û talan û xerakirineke mezin kirin. Li gorî daxuyanîyên Koordînatorîya Karên Însanî yê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Xazzeyî xerakirin û talaneke mezin hatiye kirin. Di encama bomberana ku hat kirin de 66 jê zarok, 39 jê pîrek tevde 254 Filistînî şehîd bûn û 1948 Filistînî birîndar bûn. Dîsa ji ber bomberanan 1800 avahî hilweşîyan û 16 hezar û 800 malî 66 mekteb, 6 nexweşxane, 11 navendên tenduristîyê zirar dîtin. Her wisa zêdetirî 300 tesîsên ticarî û endustrîyel hatin bombebarankirin.Hat tespîtkirin ji ber êrîşên ku ji teref siyonistan ve hatin kirin de li Xazzê 350 milyon dolar zirar pêk hat. Ne mimkûn e Xazzeya ku bi salan di bin dorpêçê  de bi tena serê xwe îdare bike. Divê ev zirar ji teref rejîma îşxalê ve bê tazmînkirin. Sazîyên navneteweyî û welatên Îslamê Xazzê ji însafa rejîma îşxalê re terk nekin û Xazzê tenê nehêlin.Divê ambargo û dorpêç demildest bê rakirin û ji bo Xazzê ji nû ve bê îmarkirin seferberî bê destpêkirin.”

“Tirkîye divê vê tewra xwe ya ku bi tu maslahatên siyasî û îqtîsadî nikare bê îzahkirin demildest terk bike”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de ji ber salvegera 11emîn a Mavî Marmarayê derheqê mijarê de destnîşan kir: “Ji ser wê êrîşa ku li fîloya navneteweyî ya ku ji bo dorpêça li ser Xazzê bişkîne derketibû rê û di sînorên navneteweyî de êrîş lê hatin 11 sal derbas bûn. Tirkîye di destpêkê de di vî warî de gavên erênî avêtibûn, lê belê dû re digel kuştina 10 welatîyên xwe bi rejîma îşxalê re li hev kir û hewl da bi heqê xwînê vê meseleyê bide jibîrkirin. Her wisa di vê pêvajoyê de ew pêvajoya hiqûqî ya ku li dijî çeteyên îşxalker hatibû destpêkirin hatibû bidawîkirin û doza Mavî Marmarayê hat betalkirin.Tirkîye divê vê tewra xwe ya ku bi tu maslahatên siyasî û îqtîsadî nikare bê îzahkirin demildest terk bike  û wan haydûtîyên rejîma îşxalê mahkûm bike.”

“Raya cîhanê divê weke di meseleya Filistînê de dest bi hereketê bike û di vî warî de gavina bavêje”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de balan kişand li ser zilm û wehşeta ku ji teref Çînê ve li hember Uygurîyan têttin kirin û derbarê mijarê de wisa got: “Ew zilma ku ji teref Çînê ve li hember Uygurîyan tên kirin çendîn caran ji teref sazîyên navneteweyî ve hatin belge û îsparkirin, lê belê ji bo dawî li vê zilmê bê anîn tu gavên hiqûqî û siyasî nehatin avêtin. Raya cîhanê divê weke di meseleya Filistînê de dest bi hereketê bike û di vî warî de gavina bavêje. Ger ev yek neyê kirin ew ê Çîn zilma ku dike dê bidomîne û ew ê asîmîlasyona dînî û qewmî ya ku ew ji xwe re kiriye hedef bidomîne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir