• DOLAR 32.537
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2435.551
  • ...
2 kesên ku êrîşî malbata Hewlêrî kiribûn hatin tewqîfkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de ji 3 kesên ku hatibûn binçavkirin di kesên bi navê M.F.O. û M.B. ji sûcên qesdkirina kuştina însên, zirardayîna mal û teşwîqkirina gel a ku kîn û nefretê hatin tewqîfkirin.

Çi bûbû?

Berî vê du rojan 3 kesan li Mêrsînê êrîş birin li ser malbateke Kurd ê Hewlêrî û di encama êrîşa ku hatibû kirin de bav giran û lawê wî jî sivik birîndar bûbûn.

Cîhan Kutlukê ji  bûyera ku pêk hatibû re bûbû şahid  wisa ragihandibû: “Ez ji Edenê ber bi Entalyayê ve diçûm. Dema ku ez gihaştim fitloneka li navçeya  Bozyaziyê min dît ku wesayîtek pêşîya wê hatiye birîndar û malbatek ji teref 4 kesan ve tê darbkirin. Kesên êrîşkar bi keviran êrîşî zarok û sermîyanê malê dikirin û bi keviran li serê wan didan. Zilam bêhiş ket û ket kevîya rê. Kesên êrîşkar hewl dan wî bavêjin newalê.”

Li gor zabitnamaya ku ji teref cendirmeyan ve hat girtin kesên êrîşkar çêran û heqaretan li Kurd û Ereban kirin û dû re ji herêmê dûr ketin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir