• DOLAR 32.59
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2502.57
  • ...
Di nimêja Îdê de ji bo Mescîda Eqsayê dia hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çawa ku li temamê welêt Mislimanan berê xwe dan camîyan bi heman awayî li Diyarbekirê Misliman berê xwe dan camîyan ku nexasim Mizgefta Mezin a li Sûrê tije kirin.

Mislimanên ku li mizgeftê kom bûn destê xwe vekirin û ji bo Filistînîyan ji Xweda re lavayî kirin.

Berîya nimêja îdê Miftîyê Diyarbekirê Mehmet Selîm Bayir waazek da û di waaza xwe de destnîşan kir, siyonistên îşxalker naxwazin ku Mislimanên bi şiûr derkevin holê ku ji ber vê yekê dema ku wextê wê hat û ger fersend têkeve destên wan ew ê me bi xwe jî ji DIyarbekirê derînin.

Piştî waaza Kirbayir, xutbeyek hat dayîn. Di xutbeya ku hat dayîn de hat destnîşankirin, doza Qudsê bes ya Filistînîyan nîne, bi heman awayî ya temamê Mislimanan e.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir