• DOLAR 32.573
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2432.524
  • ...
Rêberê Cemaata Hîzbullah:Em bi tecrube, îmkan û kadroyên xwe  amade ne ku di oxira Qudsê de bedelê bidin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em berxwedana wan xuşk û birayên xwe yên ku nobeda Mescîda Eqsayê digirin pîroz dikin”

Gumuş di dawîya peyama xwe de banga xwedîderketina li doza Qudsê û Mescîda Eqsayê li Mislimanan kir û wisa dawî li peyama xwe anî: “Xuşk û birayên min! Divê Quds tu carî ji rojeva we derneyê. Divê em her tim hazirîyên xwe ji bo rizgarkirina Quds û Mescîda Eqsayê  û ji bo îhyakirin û rakirina li ser pîyan a Ummeta Îslamê bikin.  Siyonistan wek her Remezanê îsal jî êrîşan dibe li ser zarok û pîrekan û Mislimanên Filistînî ku  ji ber vê yekê em banga xwe ya ku me di 40emîn salvegera damezrandina xwe de belav kiribû ji vê derê cardin dikin: ‘Ji bo Quds azad bibe çi lazim û hewce ve divê temamê Mislimanan li gorî wê yekê hazirîyên xwe bikin. Em jî bi tecrube, îmkan û kadroyên xwe yên 40 salane amade ne ku di vê oxirê de bedelê bidin. Em ê di vî warî de tu carî şist nebin û bi paşde gav navêjin. Ji wan kes, cemaat, rêxistin, sazî û dewletên  ku di vê oxirê de dixebitin re destek dayîn ji bo me wezîfe ye.Em berxwedana wan xuşk û birayên xwe yên ku nobeda Mescîda Eqsayê digirin pîroz dikin. Bila şehadeta wan birayên me yên ku şehîd bûne li wan mibarek be. Ji ber ku ew di şûna me hemûyan de li ber xwe dane Rebbê me wanan  bike ji ezîz û serkeftîyan.Rebbê min! Çawa ku te ji Pêxemberê xwe û eshabê wî lutfa “Dema ku te davêt ê go davet ne tu bûyî, Xweda bû” da wan bi heman awayî vê lutfê bide endamên HAMAS û Cîhada Îslamî jî û bike wesîle ew mûşekên ku davêjin siyonistan, qelbên wan tarûman bikin, kîmyaya wan xera bikin, plan, bername û hedefên wan serûbin bikin. Ya Rebbê min vê yekê wek lutuf bide wan. Rebbê min! Ji bo Quds û Mescîda Eqsa azad bibe  rê li ber me vebike û ji bo vê yekê ji me re zêdetir wesîleyên maddî û manewî amade bike. Rebbê azadbûna Qudsê nîşanî me bide û ziyaretkirina wê derê bike nesîbê me.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir