• DOLAR 32.59
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.944
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji malbatên feqîr û jar re kartên danûstandinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya alîkarîyê Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ya ku li herêmê bênavber xebatên alîkarîyê dike xebatên xwe didomîne.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê Fatîh Akman derbarê xebatê alîkarîyê yên ku hatin kirin de daxuyanîyek belav kir. Akman di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Hemd ji Xweda re xebatên me yên alîkarîyê bênavber didomînin. Me di serê Remezanê de xebata xurekê dabû destpêkirin û ev xebata me didome. Îro jî  me xebata alîkarîyê ya kartên danûstandinê da destpêkirin. Xweda nesîb bike em  ê li navendê û li navçeyên Mêrdînê di buhaya 52 hezar TL alîkarî bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike û ji wanan razî be.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir