• DOLAR 32.507
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2423.52
  • ...
Mesrûr Barzanî: DAIŞ ji valahiya ewlekariya li navçeyên madeya 140 sûdê werdigre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî  derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser Hêzên Pêşmerge peyamek belav kir.

Deqa peyama Serokowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de li Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikim û hevbeşê xema wan im, ez hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazim.DAIŞ careke din xwe bi rêk dixe gef û metirsiyeke rasteqîneye li çend navçeyên Iraqê, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku sûdê ji valahiyên ewlekariyê dibîne. Ji ber wê em tekezî li ser cîbicîkirina hevahengiya ewlekariyê di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de dikin.Herweha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî. Bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan bo ser ewlekariya Kurdistan û Iraqê bi giştî, mana wan li Iraqê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê bi giring û pêwîst dizanin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir