• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de li ser guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên Iraqê sekinîne û di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên pêşerojê, gefên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîne.

Her wiha di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zelal kirin û hemahengiya di navbera wan de ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê weke bingeheke hat zanîn.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyan de jî hatin nîqaşkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Salih piştî hevdîtina ku kir re vêcar jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir