• DOLAR 32.36
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2307.158
  • ...
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê pêbendî pêkvejiyana aştiyane ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirin û bihêzkirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê car din anî ziman û destnîşan kir, Herêma Kurdistanê pêbendî pêkvejiyana aştiyane ye.

Di beşeke din a civînê de li ser pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û girîngiya cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di demeke herî nêz de, gotûbêj hat kirin.

Herwiha rewşa Deşta Neynewa û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser asayîkirina rewşa wan deveran û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê hat kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir