• DOLAR 32.333
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2293.713
  • ...
Berdevkê Herêma Kurdistanê îddîaya hebûna Mossadê ya li herêmê red kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di televîzyona bi navê Afaqê ya ku navenda weşana wê Iraq e de hat îddîakirin ku Herêma Kurdistanê destûr daye ku Mossad li Hewlêrê navendekê vebike.

Cotyar Adilê Berdevkê Herêma Kurdistanê  derheqê vê îddîayê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Adil di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew îddîayên ku tên kirin ji teref Kurdistanê ve tên redkirin û dû re wiha got: “Îtham û îddîayên ku tên kirin berî niha jî hatibûn redkirin. Em cardin dibêjin li Herêma Kurdistanê tu hebûna îsraîl û navendake îsraîlê tune ye. Hikûmeta Kurdistanê qanala ku vê xeberê çêkiriye û vê îddîayê anîye rojevê de dê dozê vebike.”

Berî vê çendakî jî hatibû diyarkirin ku li Hewlêrê êrîş li navenda Mossadê hat kirin ku ev yek  ji teref reydarên Herêma Kurdistanê ve hatibû redkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir