• DOLAR 32.51
  • EURO 34.873
  • ALTIN 2472.806
  • ...
HUDA PAR bang li Erdogan kir: “Lêpirsîna ewlehîyê bişînin Parlementoyê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr daxuyanîya xwe ya ku belav kir de bang li Erdogan kir da ku ew maddeya lêpirsîna ewlehîyê ya ku ji meclîsê derbas bû ji bo cardin meclîsê de bê gotûbêjkirin bişîne Parlementoyê û dû re wiha got: “Digel temamê bertek û reaksîyonên ku hatin nîşandan ew maddeya lêpirsîna ewlehîyê ya ji bo wan kesên ku dê cara ewil bên girtin kamûyê di meclîsê de hat qebûlkirin.Berî niha derheqê nasên kesên ku dên bên girtin de jî lêpirsîn dihat kirin ku vê carê dev ji vê sepanê hat berdan ku ev yek gaveke erênî ye. Lê belê digel vê yekê mamoste dîsa hatin xistin bergeha lêpirsîna ewlehîyê û dîsa cî hat dayîn têgehên mîna “pêwendî, îrtîbat, îltîsaq” ku ew ê ev yek bibin sedeme neheqî û muameleyên keyfî.Divê ev lêpirsîna ewlehîyê bes bi qeyda arşîvê bê sînordarkirin ku ev yek serdestîya hiqûqê ye.Di vê bergehê em banga şandina maddeya lêpirsîna ewlehîyê ji bo meclîsê li Erdogan dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir