• DOLAR 32.379
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2326.145
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Remezanê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama ku ji teref Navenda Giştî ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat amadekirin ji teref Cengîz Aydinê ji Koordînatorên Marmarayê ve hat xwendin.

“Meha Remezanê di nav xwe Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehê bi xêrtir e dihewîne”

Aydin di destpêka peyamê de ayeta 183yemîn a Sûreya Baqarayê “Ey kesên ku îman anîne! Çawa ku rojî li ser wan ummetên ku berî we hatine, hatibe ferzkirin li ser we jî hat ferzkirin. Tê hêvîkirin ku hûn xwe muhafeze bikin” û hedîsa Hz. Muhammed “Eger însan fazîleta meha Remezanê zanibana ew ê daxwaz û hêvî bikira ku temamê salê Remezan bana.” di bîran xist û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Hemd û sena ji Xwedê re ku kir nesîbê me em bigihijin Remezanê. Di meha Remezanê de derîyên Cennetê vedibin û derîyên Cehennemê tên girtin û şeytan zîncîrkirin. Divê bê zanîn îbadet û taatên ku di meha Remezanê de tên kirin maqbûltirîn îbadet in. Meha Remezanê di nav xwe Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehê bi xêrtir e dihewîne.”

“Divê di meha Remezanê de em pir zêde zikr û tesbîhatan bikin”

Aydin di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, ev pêvajoya şobê wek fersendekê bê dîtin û di vê pêvajoyê de îbadetên mîna xwendina Qur’anê, tewbe, îstîxfar, zikir, dia bê kirin û dû re wiha got: “Bi rojîya xwe divê em nefsa xwe tervîye bikin û xwe ji gunahan muhafeze bikin, divê em ji bo efûkirina gunehên xwe pir dia bikin.Her wisa divê em pir zêde amelên salih bikin.Bi kurtasî çi tiştê ku Xweda jê razî be em di vê mehê de bikin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir