• DOLAR 32.5
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2436.413
  • ...
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê, çû ziyareta Latîf Epozdemîrê Serokê Giştî yê HAK-PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevdîtin li navenda giştî ya HAK-PARê ya li Enqerê pêk hat.

Latîf Epozdemîrê Serokê Giştî yê HAK-PARê ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên.

Her du serok rûbirû hevdîtin kirin û piştî hevdîtina kirin rojevê nirxandin û pirsên rojnamergeran bersivandin.

“Pêwîst e ku di destûra nû de temamê însanên ku li welêt dijîn bên temsîkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di nirxandina ku kir de dest balan kişand li ser destûra nû ya ku ji bo wê amadehî tên kirin û dû re wisa got: “Ji bo ku em fikr û nêrîna xwe ya derheqê destûra nû de ji hemû partîyan re bibêjin em ziyaretan dikin û îro jî di vê bergehê de em hatin serdana HAK-PARê. Hevdîtinek baş û xweş bû. Ger bê xwestin mesele û problemên li vî welatî bên çareserkirin ji bo vê yekê bes rêyek heye. Ew jî hatina ba hev a însanan û lêgerîna çareserîyê ya pêkve ye. Pêwîst e ku di destûra nû de temamê însanên ku li welêt dijîn bên temsîkirin. Lewra destûra heyî ne li gorî civaka me ye û ji darbekeran maye.”

Latîf Epozdemîrê Serokê Giştî yê HAK-PARê jî di nirxandina xwe ya ku kir de balan kişand li ser maf û heqên Kurdan û destnîşan kir: “Heta îro ti destûr ji bo çareserkirina mesleya Kurd nehatiye amadekirin.Di destûra nû ya ku tê xwestin bê amadekirin de muheqqeq divê heq û mafên Kurdan hebin û ev heq û maf pêwîst e bên parastin.”

Piştî hevdîtinan her du serokan pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Ji bo ev problem ji holê rabe divê ew destûr bê guhartin”

Di civînê de rojnamegerek ji Îshak Saglam gotina Wezîrê Perwerdehîyê Zîya Selçuk “Li vî welatî ji bilî zimanê Tirkî bi ti zimanê din perwerdehî nikare bê dayîn” pirsî. Saglam pirsa rojnameger wisa bersivand: “Ew gotina ku Zîya Selçuk got metneke destûrê ye.Divê bê zanîn a niha li welêt problemek heye û çavkanîya wê problemê jî destûra heyî ye.Ji bo ev problem ji holê rabe divê ew destûr bê guhartin.”

Latîf Epozdemîrê Serokê Giştî yê HAK-PARê jî derbarê heman pirsê de destnîşan kir: “Meseleya perwerdehîya bi zimanê zikmakî li Tirkîyê bûye   meseleyeke pergalî.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir