• DOLAR 32.587
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2491.19
  • ...
Ji Platforma Nesla Qur'anê ji bo meha Remezanê 10 pendên zêrîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyam ji teref Mehmet Emîn Sutçuyê ji Koordînatorên Giştî yên Plaforma Nesla Qur’anê ve hat xwendin.

Sutçu tiştên ku di meha Remezanê de bên kirin wisa bi rêz kir:

1-Ger mimkûn be digel malbatê, ne mimkûn be ferdî divê rojane cuzek Qur'an bê xwendin. Divê hewl bê dayîn da ku meala Qu'ana ku hatiye xwendin jî bê xwendin. Ger di nav malbatê de kesekî/ê ku bi Qur'anê nizanibe hewl bê dayîn da ku ew kes hîn bibe û ger kesên ku bi tecwîdê nizanibin hebin ji wan re dersa tecwîdê bê dayîn.Her wisa divê ayet, hedîs û sûreyên kin bên hifzkirin.

2- Nimêj; heta ku ji destên me tê divê nimêjên ferz û terewîhan bi cemaatî bên kirin.Divê ew nimêjên mîna duha, ewwabîn, wîtr, terawîh, teheccud û destnimêjê neyên îhmalkirin. Her wisa divê piştî Remezanê jî ev îbadetên nafîle bên domandin û li ser tesbîhatên nimêjê bê sekinîn.

3-Dia; di temamê Remezanê de divê pir zêde dia bê kirin, pir zêde cewşen bê xwendin û tesbîhat bê kirin.

4-Wird û zikir; divê bernameyeke wird û zikirê ya rojane ya digel malbatê hebe.

5-Xwendina çandî; li gorî îxtîyacên malbatê nêzî seatekî dersa çandî bê kirin û di vê bergehê de li ser ilmên Îslamî yên ku kêmasîya wan bi ferdên malbatê re bê sekinîn û li gor asta ferdan hedîs bên ezberkirin.

6-Zikat, fitre û sedeqe; di nav bê mehê de ger hebe hisaba zikatê bê kirin, fitrê û sedeqe bên dayîn. Heta ku ji destên me tê divê em fitre û zikatên xwe di serê meha Remezanê de bidin.

7-Sila-î Rahîm; ji ber minaseta meha Remezanê divê pirsa hal û rewşa ferdên malbatê, nas, cîran, dost û hevalên kar bê kirin û di çarçoveya îmkanana de alîkarî bê kirin û pêdivîyên wan bê tedarikkirin. Ji ber şoba heyî her çi qas çûyîn û hatin ne mimkûn be jî divê bi telefonê pirsa wan bê kirin.

8- Leyletul Qedr; Rojên tekane yên 10 rojên dawî şev divê bi îbadetên zêde bên derbaskirin.Di vê navberê de digel malbatê dia dikarin bên kirin, cewşen dikarin bên xwendin.Her wisa sohbetên derheqê Qur'an û Sunnetê de jî dikarin bên kirin.

9- Pîrozbahîya Îdê; di sibeha îdê de divê pêşî îda ferdên malê bê pîrozkirin û dû re li ser telefonê îda cîran, nas û dostan bê pîrozkirin.

10-Piştî Remezanê; Divê hewl bê dayîn ew îbadet, taat, zikir û hesletên baş û qenc ên ku di meha Remezanê de hatin kirin piştî Remezanê jî bên domandin û hewldayîna vê bê dayîn.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir