• DOLAR 32.6
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2499.014
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê, Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurd ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ziyareta ku hat kirin li ber endamên çapemenîyê nehat kirin. Her du serokê giştî piştî hevdîtinê pirsên endamên çapemenîyê bersivandin.

“Ji bo zehmetîyên ku gelê me bi salan bi wan re rûbirû mane ji holê bên rakirin em ê li her derî fikr û ramanên xwe bînin zimên”

Saglam derbarê hevdîtina ku hat kirin  de destnîşan kir, di hevdîtinê de mijarên di rojevê de hatin nirxandin û dû re wiha li li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ger dorhêleke azad hebe û tu sînor neyên danîn ew ê  temamê kesên ku xwedîyê fikr û ramanên cuda ne karibin di warê azadî û mafên bingehîn de a di dilên xwe bînin zimên. Dema ku ev yek bê kirin ez bawer dikim ku ew ê destûreke ku dê ji teref hemû kesî ve qebûlkirin, bê amadekirin. Ev yek ne xewn û xeyal e. Bes bila em astengîyan dernexin.Bila hemû kes li her derî karibe hest û ramanên xwe karibe bîne zimên.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew ê hevdîtinên wan ên ji bo destûra nû berdewam bikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo zehmetîyên ku gelê me bi salan bi wan re rûbirû mane ji holê bên rakirin em ê li her derî fikr û ramanên xwe bînin zimên.”

Reşîd Akinciyê Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurd jî derbarê destûra nû ya ku tê xwestin bê amadekirin de destnîşan kir, ger destûra nû bê amadekirin û dewlet li gorî vê destûrê hereket neke ew ê ti feydeya vê yekê ji gelê Kurd re tunebe.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir