• DOLAR 32.599
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2496.244
  • ...
Melayê ku ji teref dewleta kûr ve hatiye qetilkirin:Şehîd Mela Xiyaseddîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Mela Xiyaseddîn di sala 1966an de li gundê Yunkuşaka Qerqeliya Wanê ya ku bavê wî lê melatî dikir ji dayik bû. Mela Xiyaseddîn di sala 1974an de li Gercewsa Êlihê bi cî bû û li vê derê dest bi perwerdehiya xwe kir. Mela Xiyaseddîn li Gercewsê dema ku ji mektebê derdiket ji bo Qur’ana Kerîm hîn bibe diçû mizgeftê. Ew girêdayîbûna wî ya bi mizgeft û cemaetê ve, exlaq û serkeftîbûna wî ya li mektebê her tim ji teref kesên derdora wî dihat teqdîrkirin.

Mela Xiyaseddînê  dibistana destpêk, navîn û lîseyê li Gercewsê xwend û dû re li Sêrt, Gercews, Farqîn, Erxanî,Cizîr û Sasonê di medreseyan de ilm tehsîl kir û heta kitêba Mela Camî xwend. Piştî demekê Lîseya Îmam Xatîbê xelas kir û di sala 1990an de têkete îmtîhanê.  Mela Xiyaseddînê ku zîrek, bi exlaq û biserketî û serfiraz bû her tim ji teref derdora xwe ve dihat hezkirin. Heval û dostên wî ji ber sedaqata wî ya ji doza Îslamê re, ji ber exlaqa wî ya lihevkirinê, ji ber ku bi xortên Qur’an xwên re eleqedar bû, ji ber girêdayîbûna wî ya cemaet û mizgeftê  xweziya xwe lê dianîn.

Mela Xiyaseddîn pêlekê dikandarî kir û ji bo xort bi exlaqa Îslamî mezin bibin gelek zêde hewil da û di vê oxirê de gelek zêde fedakarî kir. Piştî ku melatiyê qezanc kir re 3 salan li benda kadroyê ma û dû re di sala 1993an de li Tatwana Bidlîsê dest bi muezzîntiyê kir. Mela Xiyaseddîn çawa ku dest bi wezîfê kir li Tetwanê hewil da da ku zarok werin mizgeftê. Di encama van hewildanan de zarok berê xwe dan mizgeftê û Mela Xiyaseddîn  li mizgeftê di serî de dersa Qur’anê û her wiha gelek dersên Îslamî da zarokan. Mela bi dengê xwe yê dawûdî qelbên Tetwaniyan fetih kir.

Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn li Tetwanê dikir di demeke kurt de ji teref temamê Tetwaniyan ve hat hînbûn. Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn dikir xalên şer nerihet kir. Ev xalên şer ji bo zarokên xwe neşînin camiyê malbatên xarokên ku dihatin mizgeftê tehdîd kirin. Lê ev yek jî nebû çare û dewleta kûr herî dawî li ser çareseriya qetilkirina Mela Xiyaseddîn da.

Destên qirêj di wan salan de gelek zilm û qetlîam li ser erdnigariya Kurdistanê dikirin ku qerar dan mîna van zilm û qetlîaman yekî jî li Tetwanê bikin. Ji bo vê yekê ji xwe re Mela Xiyaseddîn kirin hedef. Bi qetilkirina Mela Xiyaseddîn xwestin ku cinayetê bavêjin li ser PKKyê ku xwîna bi sedan Mislimanan rijandiye da ku li Tetwanê pêvajoyeke nû ya pevçûnê bidin destpêkirin.  Xalên şer û hezên dewleta kûr di bergeha vê plana ku kirin de Murat Kurtboganê îtîrafkerê ku li Bidlîsê di girtîgehê de bû ji girtîgehê derxsit û çek da destê wî û  îtîrafkerekî PKKyî yê bi navê Nurettîn da ku Mela Xiyaseddîn qetil bikin.

Di 24ê Sibata 1994an de Mela Xiyaseddîn piştî ku nimêja terawîhê bi cemaetê da kirin re rêya mala xwe girt. Mela Xiyaseddîn dema ku kir herê mala xwe ji teref xaîn û dewleta kûr ve hat qetilkirin. Wê şevê bêdengiya taritiya şevê bi dengên tekbîrê yên Mela Xiyaseddîn xera bû û Mela Xiyaseddîn li wê derê şehîd bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir