• DOLAR 8.087
  • EURO 9.752
  • ALTIN 460.481
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 91 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 663 kesan û bi pêketina 8  hezar û 330 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 590 hezarî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 91 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 663 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 590 hezarî.”(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir