• DOLAR 32.571
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2428.002
  • ...
Yapicioglu: Divê meseleya Kurd bi makeqanûna nû bê çareserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad li Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya partîya xwe civîna çapemenîyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand.

“Divê meseleya Kurd bi makeqanûna nû bê çareserkirin”

Di civînê de pirsa “Gelo bi makeqanûna nû meseleya Kurd dikare bê çareserkirin?” hat pirsîn. Yapicioglu pirsa ku hat pirsîn wisa bersivand: “ Ev yek bi wan tiştên ku dê di makeqanûna nû de bê nivîsandin ve girêdayî ye. Ew jî ne bes e, ji vê muhîmtir tiştekî din heye: gelo ew ê ev tiştên ku dê bên nivîsandin bên tetbîqkirin an na. Ger di makeqanûna nû de  îrade bê nîşandan dibe ku meseleya Kurd bê çareserkirin.Lê dibe berevajîya vê yekê jî bibe. Yanî meriv nikare bêje her makeqanûna nû makeqanûneke baş e. Makeqanûna nû ya ku ji sedî sed ji teref kesên sîwîl ve hatibe amadekirin dibe ku ji makeqanûna heyî zêdetir zirarê bide û bibe sedema netîceyên baş.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir