Di xwepêşanên li Rûsyayê de nêzî 6 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin
Bi banga Navalnyê lîderê mixalif li tevahîya welêt li zêdetirî 60 bajarî xwepêşan hatibûn destêkirin.
Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny protesto kirin û daxwaz kirin ku Navalny bê berdan.
Xwepêşandêrên ku li Qada Puşkîn kom bûn xwestin ku bi ber Kremlînê ve bimeşin, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn û hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku heta niha hatin lidarxistin de nêzî 6 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin
Xwepêşan bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin jina Navly jî hatiye binçavkirin.
Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.(ÎLKHA)