• DOLAR 7.454
  • EURO 9.05
  • ALTIN 414.985
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 79 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 560 kesî û bi pêketina 6 hezar û 420  kesî din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 706 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 79 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 560 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 706 hezaran.”(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir