• DOLAR 32.422
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2326.117
  • ...
Barzanî êrîşên ku li  Bexdayê hatin kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî ji ber wefata welatîyan xemgînîya xwe anî zimên û ji bo malbata kesên ku canê xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Temamê metna Barzanî wisa ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan.

Bi mixabiniyeke zêde ve roja Pênçşema 21.01.2021 di encama du êrîşên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn. Jibilî wê yekê ku ez gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan teqînan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiyê ye û dijminê hevbeş ê me hemû aliyan e û ji bo jinavbirin û nehiştina terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e. Hêvîdar im bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanan e bigihin bi sizayên xwe.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir