• DOLAR 32.333
  • EURO 35.069
  • ALTIN 2286.519
  • ...
Cemaata Hîzbûllah, ji ber salvegera şehadeta rêberê xwe Huseyîn Velîoglu peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku bi navê Xweda lê hat destpêkirin de ayeta 23emîn a sûreya Ahzabê “Di nav Mislimanan de hinek kesên wisa hene ku li ser soza xwe disekinin. Vaye hinek ji van kesan soza xwe bi cî anîn û canê xwe feda kirin; hinek ji wan jî li benda şehîdbûnê ne.Ew soza xwe tu wextî neguhartine.” di bîran hat xistin.

Di peyamê de bal hat kişandin li ser meseleya Kurd û hat destnîşankirin: “Ji bo di nav me de yekîtî û tifaq çêbibe wezîfe dikeve li ser milên me tevan. Divê birêvebir, siyasetmedar û alimên ummetê, meseleya Kurd di nav Tirk, Ereb û Farisan de-ku ev her sê qewmên mezin ên ummetê ne- çareser bikin û nehêlin ku ev mesele ji ji emperyalîstan re bê spartin. Di dîrokê de Kurdan her tim bi alim û şêxên xwe bû parêzvanên Îslamê û di rêya Îslamê de gelek xizmet kirine û bûne kelehên muhkem ên Îslamê.”

“Ew ji xwe re Hz. Pêxember mînak stand û li pey xwe di warê maddî de tu tişt nehişt”

Di berdewama daxuyanîyê de hemd û sena ji Rebbê aleman re û ji Hz. Muhammedê rêberê xelasîya însanan re û ji al û eshabî wî re hat anîn û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Rêberê me ji bo doz û dînê Rebbê me bi pêşve bibe bi daxwaza şehîdbûnê da tê di 17ê Çileya sala 2000î de hat şehîdkirin ku ev di salvegera şehadeta wî ya 21emîn de wî bi rehmet û minnet yad dikin. Ew ji xwe re Hz. Pêxember mînak stand û li pey xwe di warê maddî de tu tişt nehişt.Ew ji bo da’wa xwe temamê fedakarîyan kir û ji hevaldozên xwe re wek nexşeyekê tecrube û ezma xwe  micadelê ji me re hişt û nîşanî me da, da ku em ê li erdnigarîya Îslamê li dijî ehlê kufrê çawa bitêkoşin. Ew ji me re; jîna Îslamê ya civakî, cemaatbûna li gorî sunneta Hz. Pêxember, rihê yekîtîyê û bi şikleke organîzekirinî hereketkirina vê teşkîlatê û têgeha Îslamî  wek mîras hişt.Rebbê min, me û wî û  temamê şehîd, muhacir, mahpus, xazî û birayên me yên ku ji Îslamê re xizmet kirine di cennetê de werîne ba hev.”

“Rebbê me dema ku di kitêba xwe bangî me dike, nabêje: Ey ew kesên Ereb, Tirk, Fars û Kurd”

Di berdewama peyamê de di warê meseleya Kurd de bang li Mislimanan hat kirin û hat gotin: “Ey birêvebir û îdarevanên Misliman!Rebbê me dema ku di kitêba xwe bangî me dike, nabêje: Ey ew kesên Ereb, Tirk, Fars û Kurd!Bîlakîs ji me re dibêje: Ey ew kesên ku îman kirine! Ey însan! Ey Benî Adem! Di bîra me dixe ku em tev zarokên Adem aleyîsselam in. Xweda di ayeta kerîm de dibêje ‘Vaye em ummeta we bes ummetek e.’ Xweda bi vê ayetê digel cudahîyên me, me wek ummetekê tarîf dike. Ji bo ku Ummetî Muhammed li dijî kafirên emperyalîst rabin li ser pîyan û bi xwe bên û ji bo cardin Ummetî Muhammed bibe xwedîyê îzzeta mezin a berê jê re yekîtî û digelhêvî lazim e.”

“Divê meseleya Kurd ji emperyalistan re neyê hawalekirin. Em amade ne ku ev xelkê mezlûm bibe xwedîyê mafên ku Xweda daye wan. Ji bo vê yekê çi fedakarî lazim be em amade ne ku bikin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, divê meseleya Kurd di nav Mislimanan  bi xwe de bê çareserkirin û dû re wiha got: “Ji bo di nav me de yekîtî û tifaq çêbibe wezîfe dikeve li ser milên me tevan. Divê birêvebir, siyasetmedar û alimên ummetê, meseleya Kurd di nav Tirk, Ereb û Farisan de-ku ev her sê qewmên mezin ên ummetê ne- çareser bikin û nehêlin ku ev mesele ji ji emperyalîstan re bê spartin. Di dîrokê de Kurdan her tim bi alim û şêxên xwe bû parêzvanên Îslamê û di rêya Îslamê de gelek xizmet kirine û bûne kelehên muhkem ên Îslamê. Ger keleheke Îslamê zirarê bibîne ew ê ev yek feyde nede tu qewmê di nav ummetê de. Ji bo vê yekê du mînakên eşkere hene. Dema ku Selahaddînê Eyyûbî xaçperestan ji axên Îslamê derxist, Misliman bi xwe ve hatin û rihet kirin. Dîsa dema ku Şerê Cîhanê ya Yekemîn dest pê kir û artêşên emperyalistan axên Mislimanan îşxal kirin, nevîyên Selahaddîn darbeyên giran û dijwar li wan dan û bûn wesîle ku ew emperyalist mexlûb bibin ku bi vê yekê temamê Mislimanan rihet kirin.Ji bo ku miradê emperyalîstan a li ser Kurdan tê xwestin bê kirin di ber wan de bimîne, divê qewmên bira wezîfeyên xwe bi cî bînin, li gorî hiqûqa biratîyê hereket bikin, li hember birayên xwe yên Kurd bi şikleke qewmperestî tevnegerin û ezîyetê li wan nekin. Ger ew kesên ku îro di meqama tesîskirina edaletê de rûniştine vê yekê nekin ew ê dim di dîrokê de û jî dê di mehşerê de nikaribin hisabê vê yekê bidin. Em amade ne ku ev xelkê mezlûm bibe xwedîyê mafên ku Xweda daye wan. Ji bo vê yekê çi fedakarî lazim be em amade ne ku bikin. Derdê me ew e ku ev ev qewmê Misliman a ku ji Îslamê re xizmetên mezin kirine, zirara nebîne û birayên wan neheqîyê li wan nekin, neslên wan ji Îslamê dûr nekevin û nebin pêlîstokên emperyalistan."

“Rebbê min, sebeba amade bike da ku ew îdarevanên ku îmze avêtine bi peymana îxanetê ji peymanê vekişin

Gumuş di berdewama peyama xwe de balan kişand li ser peymana îxanetê ya ku bi siyonistên îşxalker re hat îmzekirin û dû re wiha got:Alîkirina dînê Xweda, rakirina fitneya li ser rûyê erdê, tesîskirina edaletê, xelaskirina temamê mezlûman  ji emperyalistên xwînvexwar, astengkirina zilma ku dê li mezlûman bên kirin; ev tev tiştên muhîm in û cehd û xeyrata di vê oxirê de bi tiştî nikare bê qiyaskirin. Tesîskirina edaleta Îlahî hedefe wisa mezin e ku di oxira wê de temamê fedakarîyan dikare bê kirin. Ger edalet bê tesîskirin ew ê problem û neyînî bi temametî bên çareserkirin.Quds û Mescîda Eqsaya ku di bin îşxala, çeteya siyonist û îşxalker de ye encax bi vê şûûr û xeyretê dikare bê azadkirin. Temamê destekên xwe bidin wan Mislimanên ku li dijî îşxalê micadele dikin û destekê bidin wan komên berxwedanê yên Îslamî . Ji parlementoyên welatên Îslamî qanûnan derînin da ku peymana îxanetê ya ku jê re “asayîbûn” tê gotin wek sûc bê qebûlkirin.Rebbê min, sebeba amade bike da ku ew îdarevanên ku îmze avêtine bi peymana îxanetê ji peymanê vekişin. Rebbêmin  ji qeta xwe ji Mislimanan re û ji wan welatên ku ji peymanê venakeşin, ji vê peymanê re pêşîvantîyê dikin, ji wan kesên ku dixebitin da ku welatên din jî beşdarî vê peymana îxanetê bibin re wek ders û ibret ceza bide.

“Wezîfeya ewil a temamê kesên ehlê îmanê ye ku xwe ji Pêxember re bikin sîper”

Gumuş di berdewama peyama xwe de qala wan êrîşên ku li Mislimanan, Îslam û Pêxemberê Îslamê tên kirin û derbarê mijarê de wisa got:Di van demên dawî de  li dijî êrîşên ku li Mislimanan tên kirin, rasterast êrîşên qustax li Îslam û Pêxemberê me tên kirin. Alim, rewşenbîr, siyasetmedar, birêveberi, lîderên cemaatan ên Ummetî Muhammed û temamê kesên Misliman divê li dijî van êrîşan bibin xwedîyê mesûlîyet û wezîfeya xwe bi cî bînin. Em bang li hemû kesî dikin da ku temamê Mislimanan li gorî qabilîyet û îmkanên xwe werin ba hev û bi hev re bersiv bidin van êrîşan.  Qet nebe divê ummet li dijî wan êrîşên ku li Hz. Muhammed tên kirin pêwîst e bibin yek û bi hev re bersivê bidin wan. ew wek wan sehabîyên ku zirar negihijê Hz. Muhammed xwe jê re dikirin sîper, tevbigerin û xwe jê re bikin sîper.Wesîleya herî mezin a vê yekîtîyê li dora wî hevgirtine.

“Ey xuşk û birayên min ên ku di nav civakên xeyrî muslîm de dijîn! Divê amel, exlaq, durustbûna we, riayeta we ya li helal û haraman û pêwendîyên we yên di çarçoveya Îslamê de bibin wesîle da ku însan werin bal Îslamê ve û bibin Misliman”

Gumuşê ku di dawîya peyama xwe de got: “Ger hûn ji bo wan birayên me yên ku li Sûrîye, Keşmîr, Yemen, Mîyanmar, Lîbya û welatên din dijîn nikaribin qet tiştekî bikin qet nebe dia bikin ji bo wan. Li dijî kafir, zalim û munafiqan tewra xwe nîşan bidin û nifiran li wan bikin.” Wisa dawî li peyama xwe anî: “Ey xuşk û birayên min ên ku di nav civakên xeyrî muslîm de dijîn! Divê amel, exlaq, durustbûna we, riayeta we ya li helal û haraman û pêwendîyên we yên di çarçoveya Îslamê de bibin wesîle da ku însan werin bal Îslamê ve û bibin Misliman. Divê hûn jibîr nekin ku em hatine wezîfedarkirin da ku em Îslamê ji temamê însanan re teblîx bikin. Divê ji gotinê zêdetir em bi rabûn û rûniştina xwe û bi exlaqê xwe Îslamê ji derdora xwe te teblîx bikin. Ji ber vê yekê divê exlaq, îbadet, minasebetên me yên beşerî, ticareta me li gorî nasnameya me ya Îslamê be.

Emanetî Xwead bin.

Birayê we Edîp Gumuş.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir