Li Hindistanê di 24 seatên dawî de 191 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 191 kes ji ber Coronavîrusê mirin û zêdetirî 15 hezar kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 191 kes ji ber Coronavîrê mirin û 15 hezar û 590 kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 527 hezaran û yên mirî jî derket li ser 151 hezar kesî.(ÎLKHA)