• DOLAR 32.505
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2484.922
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermanderê Hêzê Asmanîya Iraqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bilindbûna pile û destbikarbûna wî ya wekî Fermanderê Hêzê Asmaniya Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê li erk û posta wî ya nû da xwest.

Barzanî tekez li ser rola artêşa Iraqê wekî artêşeke niştimanî ya parêzgerî û berevanîkirina li welat û rûbirûbûna terorê kir û bîranîna sed saliya damezrandinê li artêşê pîroz kir.

Şehab Cahid Zengene Fermanderê Hêzê Asmaniya Iraqê, ji bo pêşwazîkirinê spas û pêzanînên xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir