• DOLAR 32.587
  • EURO 34.934
  • ALTIN 2429.02
  • ...
Li ser gola qeşagirtî kêf û şahîya çay û gogê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gundîyên ku zivistanê betal in û bes heywanan xwedî dikin di wextên xwe yên betal de kom dibin û diçin li ser vê gola qeşagirtî gogê dileyzin û bi gogê dileyzin.

Xortê bi navê Salih Aysoy a ku li ser gola qeşagirtî kêf û şahîya gogê dijî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Gola me bi temametî qeşa girtîye. Em xort tên li ser vê golê gogê dileyzin û ji xwe re çay çêdikin. Carinan jî qeşaya li ser golê dişkînin û masîyan digirin. Ji hemû kesî re nabe nesîb li ser golê çay dem bike û vexwe. Li vê derê hewa 15 derece dikeve bin 0 re. Gola me nêzî 2 mehan qeşa girtî dimîne.”

Welatîyê bi navê Mahzar Aysoy jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li ser gola qeşagirtî çay vedixwin û li kêfa xwe mêze dikin. Hemd ji Xweda re ku vê nimetê da me. Em carinan li vê derê qeşayê dişkînin û ji xwe re masîyan digirin û dipijênin.Em nimêja xwe jî li vê derê dikin.”(ÎLKHA)

 
































Bu haberler de ilginizi çekebilir