• DOLAR 32.523
  • EURO 35.166
  • ALTIN 2493.046
  • ...
Ava Bendava Devegeçidi 150 metre vekişîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber hewayên germ û ji ber ku baran nabere li bajarên Kurdistana Bakur tirsa hişkesalîyê bi xelkê nexasim jî li cotkarana ket. Lewra li gorî sala borî li herêmê hema hema qet baran nebarîya ku ev yek jî dibe ku zadên çandî hişk bike û bendavên avê vala bimînin.

Yek ji wan bendavên ku ji ber nebarîna baranê ava wê vekişîyaye û dike zûwa bibe Bendava Devegeçidiyê ye.

“Ji ber ku av qirêj e ajal û heywanên li vê derê dikin bimirin”

Alî Erdemê ku ev bû 45 sal karê masîgirîyê dike derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku çop û bermayîyên kîmyewî yên li Erxanîyê tên avêtin herêmê av dilewite û dirêj dibe. Erdem dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha gelek zêde masî hebûn li vê bendavê, lê belê niha ji ber ku av tê lewitandin tuxmê masîyan dike biqele. Divê rayedar çareyeke ji vê meselê re bibînin. Sala borî baran pir barîya, lê îsal nebarîya ku ji ber vê yekê av vekişîya.Divê pêşîya vê yekê bê girtin. Lewra ji ber vê yekê masî zêde nabin.Divê dewlet çareyekê ji vê yekê re bibîne. Berî niha ev der cihê geşt û seyranê bû, malbat dihatin vê derê gerê. Lê malbatên ku dihatin vê derê van deran gelek zêde dilewitînin. Kes xwedî li vê derê jî dernayê. Ji ber vê yekê ev der ne paqij in.”(ÎLKHA)

 






































Bu haberler de ilginizi çekebilir