• DOLAR 32.577
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2435.146
  • ...
Serokatîya Biden hat tesdîqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bûyerên ku doh li Amerîkayê derketin de 4 kes hatin kuştin û 52 kes hatin binçavkirin

Piştî bûyerên ku li Kongereya Amerîkayê pêk hatin re 15 rojan derketina derve hat qedexekirin.
Di dema ku  tesdîqkirina hilbijartinan dihat kirin terefdarên Trump di ser kongreya ku lê dengdayîna tesdîqkirinê dihat kirin de girtin.

Piştî ku Trump destnîşan kir ew ê encamên hilbijartinan qebûl neke re terefdarên Trump û polês bi hev ketin ku ji ber vê yekê derîyê kongreyê hat girtin û dengdayîn hat betalkirin.

Ji ber bûyerên ku pêk hatin li Washingtonê qedexeya derketina derve hat îlankirin ku li gorî daneyên dawî qedexe heta 15 rojan hat dirêjkirin.

Di dema rageşîyan de çend kes hatin kuştin ku derheqê vê yekê de Şefê Polêsê Washington DC J. Conti daxuyanîyek belav kir.

J. Conti di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama midaxeleya ku hat kirin de 4 kes hatin kuştin û 52 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)
 

 


Bu haberler de ilginizi çekebilir