• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Em ê her tim ji bo îqameya edaletê bixebitin û ger pêwîst be em ê bedelê jî bidin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber minasebeta 8emîn a salvegera partiya xwe daxuyaniyên girîng da û got ku ew ji ber gelek pirsgirêkên wekî pirsgirêka maf û azadiyan, meseleya Kurd, hejarî, neheqiya di dabeşkirina dahatê de, polîtîkaya aborî, îsraf û bêrêtî, pergala perwerdehiyê ya ku her tim tê guhartin derketina sahneya siyasetê.

“Xweda ji mêj ve ji bo ji însanan re rêbertî û pêşîvantî bike ji însanan re gelek pêxember şand da ku însan li ser rêya heqîyê bin”

Saglam di destpêka nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, Xweda ji mêj ve ji bo ji însanan re rêbertî û pêşîvantî bike ji însanan re gelek pêxember şand da ku însan li ser rêya heqîyê bin; lê dîsa divê bê zanîn ji mêj ve şeytan û takîbkerên wî hene da ku însanan ji rêya pêxemberan veqetînin. Saglam dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Dema ku me di 9ê Berfanbara sala 2012an de partîya xwe damezrand, zemîneke yasayî ya ku di serî de ji makeqanûnê re û her wisa ji nirx û bawerîya civakê re dijberî dikir hebû. Dîsa di wê heyamê de gelek pirsgirêkên wekî pirsgirêka maf û azadiyan, meseleya Kurd, hejarî, neheqiya di dabeşkirina dahatê de, polîtîkaya aborî, îsraf û bêrêtî, pergala perwerdehiyê ya ku her tim tê guhartin hebûn û ev yek him  nedihat çareserkirin û him jî wek amûrekî siyasî dihat bikaranîn. Di vê pêvajoyê de ev tişt tev giranî û dijwarîya xwe dida hîskirin.”

“Ji ber ku edaleta civakî nayê tesîskirin, qerar û sepanên ku ji teref mehkemeyên ku bi belavkirina edaletê wezîfedar in xelkê aciz dikin êdî civak nema bawerîya xwe bi edaletê tîne”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser problemên mewcûd dû re wiha got: “Wê heyamê sazîya siyasetê ji dêla ku problemên heyî çareser bike, taloq dida wan. Ji ber vê yekê weke doh îro jî em wek dewlet, fert û civak bi gelek problem û kêşeyan re rûbirû mane.  Me di programa partîya xwe de gelek problemên ku li vî welatî hene anî zimên; lê belê mixabin hêj ekserîyeta van problem û meseleyan nehatin çareserkirin û ji bo çareserkirina van tu gav nehatin avêtin.  Ji ber ku edaleta civakî nayê tesîskirin, qerar û sepanên ku ji teref mehkemeyên ku bi belavkirina edaletê wezîfedar in xelkê aciz dikin êdî civak nema bawerîya xwe bi edaletê tîne.”

“Tê dîtin ku pêdivîyek mezin bi şîarên ku ji teref HUDA PARê ve hatin gotin hene”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo berjewendîya siyasî hêj hinek kes civakê bi ber berberîyê de diajon, hêj ji bo ku xwe di çavên mustekbîran de şîrîn bikin hinek kes dibin terefdarên zilmê û dev ji polîtîkayên temaşegerîya zilmê bernadin. Saglam dû re wiha got: “Her wisa pergal li gorî nirxên xelkê hereket nake, ew kesên ku ji pergalê gilîdar in dema ku tên îqtîdarê wek daxwaza pergalê hereket dikin û piştî demekê dibin xwedîyê wê pergalê, her ku diçe  kesên siyasî li gorî usûl û kaîdeyên siyasetê hereket nakin, neheqî û heqxwarin her ku diçe zêde dibe. Ev xal tev nîşan didin ku pêdivîyeke mezin ji şîar û prensîbên HUDA PARê re heye. Tiştê ku ji van tevekan muhîmtir e ev e: hewldanên bêkesayetkirina civakê ya dûrî nirxên xelkê êdî fêkîyên xwe didin. Ew kesên ku raye di destên wan de ye û li îqtîdarê ne ji vê yekê re dengê xwe dernaxin û tevdîrên pêwîst nastînin ku ev yek dibe sedema bêhêvîtîyê. Ev promlemên mezin nîşanî me didin û bi me didin zanîn ku, mesûlîyeta me ya siyasî û wijdanî giran e û karê ku divê em bikin pir zêde ne.Li gorî bawerîya me îbadet bi hinek rîtuelan ve girêdayî nîne. Her karê ku feyde bide xêr, sulh, edalet, qencîyê û însanan û hetta feyde bide heywan û tabîatê bi xwe jî  îbadeteke maqûl in. Em ê her tim ji bo qencî, refah û hizûra civaka ku em tê de dijîn bixebitin. Îhyakirina medenîyeta ku li ser edalet û însanîyetê hatiye avakirin mîsyona sereke ya HUDA PARê ye.”

“Bila 83 milyon welatîyên me me bênavber bişopînin”

Saglam di dawîya nirxandina xwe de destnîşan kir, ew ê partîya wan digel qezenc û tecrubeyên ku ji çardeh esran pêk tê bi şikleke bi biryar rêya xwe bidomîne û dû re wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Em dizanin çavkanî û sedemê temamê neheqî, bêhiqûqî yên problemên din pergal bi xwe he. Mekanîzmeya dewletê ya ku hema hema temamê mewzûata makeqanûnî û yasayî ji derve standiye li ser berdewamîya probleman hatiye avakirin. Ew ê HUDA PAR destûr nedî ku nebûna çareserîyê bibe kevneşopî û adet. Ji ber ku însan ji ber nasname û bawerîya xwe biçûk tên dîtin li welat edaleta civakî û aştîya civatî nikare bê tesîskirin. Em ê destûr nedin ku ev statukokarîya ku hakimê têgihiştina dewletê ye berdewam bike. Bila 83 milyon welatîyên me me bênavber bişopînin. Em ê wek Partîya Doza Azad her tim ji bo îqameya edaletê bixebitin û ger pêwîst be em ê bedelê jî bidin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir