• DOLAR 32.602
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2509.358
  • ...
Sefîn Dizeyî: “Bexda ger Herêma Kurdistanê piştguh bike dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe”

Dizeyî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne” û dû re wiha got: “Eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.”

“Mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin”

Sefîn Dizeyî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir:“Ew bingeha ku Iraqa nû di navbera siyasetmedarên Iraqê de hatibû danîn, ket nava Destûrê Iraqê. Lê mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin. Eger destûr were cîbicîkirin ev pirsgirêkên ku niha li Iraqê hene, çênabin.Li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.”

“Mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin”

Dizeyî di dawîya daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Mixabin şandên me diçin Bexdayê û ligel Hikûmeta Iraqê lihev dikin, lê hêzek li wir heye ku nahêle ew lihevkirin û rêkeftin werin cîbicîkirin. Divê Kurdistan ne wek parêzgeheke Iraqê be, ji ber ku Kurdistan xwedî destûr û dezgehên xwe ye.%50 ji wîstgehên karebeyê yên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar dikin, lê ji niha û heya salekê yan 2 salan dê %100 wîstgehên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar bikin û gaza ku zêde jî bimîne e dikarin bifroşin. Divê em bi dahata petorlê sektorên geştûguzariyê û tendirûyê û pîşesaziyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir