• DOLAR 7.464
  • EURO 9.137
  • ALTIN 437.81
  • ...
Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstandinan a Hikûmeta Kurdistanê ligel Bexda civiya

Di civîna ku hat kirin de Serokê Hikûmeta Kurdistanê pesnê hewl û keda şanda Hikûmeta Kurdistanê da, ku xebatê dikin ji bo bidestxistina mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û pêşiya hertiştî jî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.

Di wê civînê de tekezî hat kirin li ser wê yekê ku ev şanda danustandinan a Hikûmeta Kurdistanê aliyê fermî yê Hikûmeta Kurdistanê ye ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Iraqê, ku berdewam xebatê dike ji bo mafên rewa yên xelkê Herêma Kurdistanê.

Her di wê civînê de, proseya gotûbêjên Hikûmeta Kurdistanê ligel Hikûmeta Iraqê hat nirxandin û gotin ku her demekê ku pêwîst be, şanda danustandinan a Hikûmeta Kurdistanê dê amade be serdana Bexdayê bike.(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir