• DOLAR 32.397
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2326.303
  • ...
Artêşa Iraqê li Şingalê riya qaçaxçiyê li ser PKKê girtiye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku li ser KDP.info hatiye belavkirtin “Piştî rêkeftina Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser normalkirina rewşa Şingalê, êdî PKK û Heşda Şeibî li wir pir dilgiran in. Her tiştî dikin lê hewlên wan biser nakevin.”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Xelkê Şingalê ji wan bêzar bûne û dixwazin hêzên yasayî û fermî parastina Şingalê bikin. PKK jî ji vê yekê dilgiran e, ji ber ku riya qaçaxçiyê li ser wan hatiye girtin.”

Berdevkê serkirdatiya operasyonên hevbeş ên Iraqê LîwaTehsîn Xefayiş ji medyayên Iraqê re gotiye, “Ew herdu lîwayên Iraqê çûne Şingalê di çarçoveya rêkeftina Şingalê de, ku di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir