• DOLAR 32.607
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2497.519
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Divê edalet ji tu tiştî re neyê fedakirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir, pergala darazê têra hêvîya edaletê nake û dû re wiha got: “Rayedarên hikûmetê derheqê reformên ku dê di warê darazê de bên kirin de daxuyanî dan, lê belê hêj nediyar e ew ê di kîjan mijarî de guhartin û nûtîyên çawa bên kirin. Pergala darazê ya niha têra hêvîya edaletê nake.Lewra karîneya masûmîyetê û şexsîbûna sûcê û prensîbên wisa di sepanê de xuya nakin.Di nav civakê de bawerîya gel bi darazê her ku diçe kêm dibe.Ji ber van sedemên wisa mesûlîyeta mezin a hikûmetê ye.  Hinek problemên mîna; midaxeleya siyasetê ya li darazê,  ekserîyet îthalbûna mewzûatê, berberîya di darazê de, serxwenebûna hakîman hene ku ev yek li benda çareserîyê ne. Ji ber van sedeman divê bi temamê civakê îstîşare bê kirin û dû re reformeke ciddî bê kirin.”

“Divê gotina Wezîrê Edaletê ‘Bila edalet pêk were, dixwaze bila qiyamet rabe’ di pratîkê de bê nîşandan”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, edalet ji tu tiştî re nikare bê fedakirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di destpêka reformên ku dê bên kirin de divê rastkirina cûdahîya hêzan be ku ji alîyê desthiltdarîyê ve hatiye xerakirin.Ji alîyê din divê neyê jibîrkirin ku sedema exlebeyê pirsgirêkan ji sepandinê tê. Ji bo ev problemên ku sepandin ji wan re sedem e ji holê bên rakirin îradeyeke siyasî ya bi hêz bê nîşandan. Ev yek ji bo vê yekê pêşşert e.  Di navbera salên 2002-2003yan de  bênavber gotina ‘ji îşkenceyê re dê qet tolerans neyê dayîn’ di nav gel de bû wesîleya dilxweşîyê ku ev yek jî delîleke eşkere ye. Digel ku di qanûnan de guhartin nehatibe kirin jî tê îddîakirin ku cardin îşkence û miameleya nebaş tên kirin ku ev yek problema zîhnîyetê ye.Em wê tiştê ku berî niha digot cardin dibêjin. Divê edalet ji tu tiştî re neyê fedakirin. Divê gotina Wezîrê Edaletê ‘Bila edalet pêk were, dixwaze bila qiyamet rabe’ di pratîkê de bê nîşandan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir