• DOLAR 32.377
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2325.779
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 453 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 45 hezar û 255 kesan û bi pêketina 12 hezar û 460 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 866 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 453 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 45 hezar û 255 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  866 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir