Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 34 hezar û 850 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 23 hezar û 610 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 23 hezar kesî li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 15 hezar û 608 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 463 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 34 hezar û 850 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)