• DOLAR 32.382
  • EURO 35.666
  • ALTIN 2324.566
  • ...
Qetlîama ku Avustralya li Efxanistanê kir derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raporta ku ji teref Mufettîşê Giştî yê Hêzên Parastinê yê Avustralyayê ve hat amadekirin û 4 salan berdewam kir de qala qetlîama ku ji teref leşkerên Avustralyayî ve hat kirin tê kirin. Rapor ji teref General Angus Campbellê Serokê Sererkanîyê yê Avustralyayê ve bi raya giştî re hat parvekirin.

General Angus Campbell di raporta ku xwend de destnîşan kir, leşkerên Avustralyayî li Efxanistanê 39 Efxanên sîwîl kuştin.

Cambell di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo wan kesên ku hatine kuştin ji gelê Efxanistanê lêborîna xwe xwest.

Tumgeneral Paul Breretonê Mufettîşê Giştî yê Hêzên Parastinê yê Avustralyayê destnîşan kir divê tazmînat bê dayîn ji malbatên wan kesên sîwîl ên ku hatine kuştin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir