• DOLAR 32.378
  • EURO 35.044
  • ALTIN 2326.038
  • ...
Wezareta Karên Derve yê Îranê îddîaya kuştina lîderê El-Qaîdê derewand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di îddîaya ku îro di malperên nûçeyan derket de hat diyarkirin ku Ebu Muhammed El-Misrîyê ji rayedarên El-Qaîdê li Tahrana paytexta Îranê ji teref du sîxûrên siyonistan ve di 7ê Tebaxa sala 2020î de hat kuştin.

Saîd Xatîpzadeyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê derbarê vê îddîaya ku ji teref Amerîka û siyonistan ve hat gotin de daxuyanîyek da.

Xatîpzade di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ev îddîa mîna “senaryoya Hollywoodê” ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Amerîka û muttefîkên wî yên li herêmê  di derewan û bi belgeyên sexte dide medyayê û hewl dide ku Îranê bi komên wisa yên çekdar bi îrtîbat nîşan bide.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir