• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokatîya Herêma Kurdistanê  ji Bexdayê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Yasaya darayî bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin “

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji rewşê re bertek hat nîşandan û derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Derbarê yasaya pirkirina kurtanîna darayî ku doh pênçşem 12/11/2020 li Encumena Nûnerên Iraqê bi zorîne û bi bêyî berçav girtina prensîpên hevbeşî û lihevkirin û hevsengî û bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin, destxweşiyê li hemû fraksiyonên Kurdistanî û nûnerên birêzên Herêma Kurdistanê dikîn ku ji bo dakokîkirina li maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê yek helwest bûn.”

“Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew bi nîgaranî li vê meselê mêze dikin û dû re wiha hat gotin: “Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre û hemû hewlên dixe holê ku parêzgeriyê li maf û hêjayiyên xelkê Kurdistanê, ya ji bo vê mebestê û bi navê yek helwestiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê da li ser vê pirsê, civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federal û Encumena Nûneran tê saz kirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir