• DOLAR 32.52
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2426.31
  • ...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Holanda civîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

                              

Di civînê de, ku Wezîrê Plandanînê Dr. Dara Reşîd û Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî amade bûn, li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Holanda û Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin, bi taybetî di warê danûstandinên bazirganî de. Herwiha hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina jêrxana aborî û sûdwergirtina ji şiyan û şarezayiyên welatê Holandayê, bi taybetî di warê çandiniyê de hat axaftin.

Serokwezîrê Holandayê amadebûna welatê xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî ji bo Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna êrîşên li ser Kurdistanê de û ji bo pêşvebirina aboriyê di warê çandiniyê de û handana veberhênerên Holandî ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî spaskirina piştevaniya Holandayê, ronahî xiste ser reformên Hikûmeta Herêmê, bi taybetî di hemecurekirina aborî û çavkaniyên dahat û rûbirûbûna qeyrana darayî de. Herwiha diyar kir ku derfeteke baş a Herêma Kurdistanê heye ku bi hevkariya welatên dost, jêrxana aboriya xwe pêş bixe û bibe navendeke bazirganî ya girîng li herêmê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha bal kişande ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û amaje bi girîngiya aramiya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên navbera her du aliyan li ser bingeha destûrê kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir