• DOLAR 32.603
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2504.145
  • ...
Qaymeqamê Amêdiyê:“Ji 348 gundan, 198 gund ji ber PKKê û bombebarana Tirkiyê vala bûne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmaîl Mistefa derbarê mijarê de destnîşan kir: “Li sînorê Amêdiyê ji nava 348 gundan heya niha 198 gund ji ber PKK û bombebarana Tirkiyê vala bûne, ku xelk nikarin biçin ser mal û gundên xwe. Tenê li Şêladizê ji 90 gundan 85 gund vala bûne.”

Mistefa di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “Jiyana xelkê deverê ji ber hebûna PKKê berdewam di nava metirsiyê de ye û tenê di salên derbasbûyî de, 30 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûne.Xelkê vê deverê koçber dibin Duhok û Amêdiyê, ji ber ku jiyana wan ji ber PKKê pir zehmet e û di nava tirsê de ne.Çareserî tune ye, ku tenê îsal li sînorê Amêdiyê hezar û 500 kes ji xwediyê mêşên hingiv dest ji karê xwe berdane û tenê îsal 6 hezar donim rez û bax jinavçûne, ji ber ku xelk newêrîbûn biçin berhemên xwe bînin. Herwiha gelek cihên geştiyarî jî li deverê hatine girtin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir