• DOLAR 32.32
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2308.788
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 33 hezar û 299 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 346 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 299 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 33 hezar û 299an û bi pêketina 6 hezar û 968 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 581  hezar û 284 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 346 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 33 hezar û 299 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  581  hezar û  824  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir