• DOLAR 7.869
  • EURO 9.38
  • ALTIN 457.59
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 32 hezar û 320 kesî

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 335 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 32 hezar û 320 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 32 hezar û 320an û bi pêketina 5 hezar û 814 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 562  hezar û 705 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 335 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 32 hezar û 320 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  562  hezar û  705  kesî.”(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir