• DOLAR 32.324
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2300.65
  • ...
HAMAS ji ber “asayîbûna” bi rejîma siyonist û îşxalker ji Sûdanê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ev qerara Sûdanê temamê Mislimanan matmayî hiştîye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ev qerar weke ku wan gotiye ew ê ji gelê Sûdanê re îstîqrar û pêşveçûnê neyêne û dê bibe sedem ku zehmetî, problem, dabeşbûn zêdetir bibe. Her wisa ev qerara Sûdanê ya ‘asayîbûnê’  dê zirarê bide gelê me û ummetê û ew ê bibe sedem ku îşxala siyonist zêdetir hakim bibe.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; ev qerar dê darbeyeke mezin li berjewendîyên ummetê bide û dû re wiha hat gotin: “Ew ê ev yek bibe sedema dabeşbûna sefan. Em ji gelê Sûdanê daxwaz dikin ku li dijî vê qerara têbikoşin û bi tu awayî destûr nedin ku bi dijminê sûcdar welatê wan bikeve pêwendîyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir