• DOLAR 32.59
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2489.05
  • ...
Macronê bêedeb û bêar li hember Îslamê şer da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin vê carê gavekî pêşdetir çû û wan sûretên ku pê heqaret li Hz. Muhammed tên kirin di avahîyên dewletê da nîşan da.

Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir